ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Xetîbê nimêja înîyê yê Têhranê got: Amerîka û piştgirên navçeyî yên têrorîstan sîleh û madeyên kîmyewî dane ber destê komên têrorîst li Sûrîyê

Ayetulah Mihemd Êmamîyê Kaşanî xetîbê nivêja înîyê yê Têhranê, tevî şermezarkirina êrişên vê sibê yên mûşekî yên Amerîkayê ser Sûrîyê, got: Welatên piştgirê têrorîstan, bi derewan artêşa Sûrîyê ku li hemberî komên têrorîst serkevtî bûye, tawanbar dikin ku êrişa kîmyewî pêk anîye.

Ayetulah Êmamîyê Kaşanî bal kişand ser piştgirîyên darayî û çek û rexan ên ku Amerîka û hin welatên navçê didin komên têrorîst ên li Sûrîyê û got: Piştgirên komên têrorîst ku xwe sîlehên kîmyewî dane ber destê wan li Sûrîyê, idiaya têkoşîna li hemberî têrorîsmê dikin.

Xetîbê nimêja înîyê yê Têhranê bal kişand ser rewşa niha ya herêmê û cehanê jî û got: Kiryarên Amerîkayê li navçê, cinayetên rêjîma Israîlê û Erebistanê li Yemenê, ji belayên roja îro yên cîhanê ne.

Ayetulah Êmamîyê Kaşanî herwiha bal kişand ser hilbijartinên serokomarî û civatên gund û bajêran li Îranê ku biryar e di 19`ê Gulanê da bên lidarxistinê û got: Gelê Îranê di roja hilbijartinê da yê bi tifaq û hevgirtinê here ser sandiqên dengdayînê.

Xetîbê nimêja înîyê yê Têhranê durişma îsal ku ji hêla rêberê giranqedir ê inqilabê va wekî sala “ aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn û şuxulandinê“ hatîye binavkirinê, sedema serxwebûn û rûmeta gelê Îranê zanî û got: Aborîya ser bingeha berxwedanê tenha rêya çareserkirina pirsgirêkên niha yên aborîya Îranê ye.

Başa dön tuşu