NûçeRojhilatanavin

Kutabûna sefera wezîrê karên derve yê Îranê ya başûrê rojhilata Asiyayê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li dawiya sefera xwe ya dewrê ya 11 rojî ya xwe bo 6 welatên başûrê rojhilata Asiyayê û Oqyanûsiyê, ji Sîdniya Awistralyayê vegeriya Têhranê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, wezîrê karên dere yê Îranê, Muhemedcewad Zerîf li civîna komîsyona ticareta dewleta Awistralyayê û nunerên saziyan û şîrketên mezin ên vî welatî li Sîdniyê beşdarî kir û axift.

Ji bernamên din ên îro yên Zerîf civîna tev şarezayên saziya karûbarên navneteweyî yên Awistralyayê û hevdîtina tev îraniyên vî welatî bû .

Wezîrê karên derve yê Îranê duh sêşemiyê jî bernameyeke karî ya giran li Kanbiraya paytexta Awistralyayê hebû.

Wî tev serokwezîr, wezîra karên derve, serokê parlimanê, wezîrê ticaret û xebitandina sermayê yên Awistralyayê hevdîtin û gotûbêj kir.

Axiftina li komîteya karûbarên derve, berevanî û ticaretê ya parlimana Awistralyayê ji bernamên din ên wezîrê karên derve li Kanbirayê bû.

Zerîf her wiha civînek tev şarezayên Awistralyayê hebû û piştî wê li zanîngeha neteweyî ya Kanbirayê axift.

Muhemedcewad Zerîf beriya Awistralyayê sefera Niyûzîland, Taylend, Broneî, Sengapûr û Endonêzyayê kir û tev dehan kes ji rayedarên pilebilind ên van welatan û welatên beşdarê du civînên navneteweyî li Cakarta û Bankûkê hevdîtin kir û bona berfirehkirina têkiliyan piştî rakirina boykotan şêwirî. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu