Rayedarên ewlehiyê yên Efxansiatnê û xelkê bajarê Qezniyê raghandin ku ev bajar piştî pênc rojan ji şervanên Talibanê hat valakirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, Talibanê, îniyê şevê herîkêm ji sê aliyan êrişa berfireh ser bajarê Qezniyê despê kirin û hin beşên vî bajarî xistin bin kontrola xwe. Şêr heya duh jî bi giranî li vî bajarî didomî.
Rayedarên ewlehiyê li wezareta berevanî û wezareta karên hundir a Efxansitanê gotin ku niha şervanên Talibanê ji bajêr derxistine.
Çavkaniyeke ewlehiyê li Efxanistanê got ku li pênc rojan şerê li vî bajarî herîkêm 60 kesên sivîl û 145 eskerî hatin kuştin. Wî her wiha got ku hejmara kuştî û birîndarên neyarên çekdar li vî bajarî, gihêştiye 533 kesî. Arif Nûrî, berdevkê valiyê Qezniyê jî îro çarşemiyê got ku heya niha 35 meytên kesên sivîl peyda kirine ku piraniya wan jin û zarok in.
Wilayeta Qezniyê bi 19 bajêran, nêzîkî milyonek nifûsa xwe heye. Ji nava pênc bajarên ewleh û çar bajarên din hinekî ewleh in lê bajarên din an di kontrola koma Talibanê de ne an şervanên vê komê di nava wan de beşdariyeke berfireh hene.