İslami Davet Kurdi Bange İslami

Kutahiya dewra ewile operasiyona artêşa Sûriyê li sînorên vî welatî tev Iraqê

Dewra destpêkêye operasiyona eskerî ya artêşa Sûriyê dijî terorîstan li sînorên vî welatî tev Iraqê kuta bû û hatiye ragihadin ku ev operasiyona serketî bûye.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Dewra destpêkêye operasiyona eskerî ya artêşa Sûriyê dijî terorîstan li sînorên vî welatî tev Iraqê, bona birêxistina ewlehiya tam li sînorên hevpar kuta bû û hatiye ragihadin ku ev operasiyona serketî bûye.

Hêzên sûrî li vê operasiyonê 45 kîlomitran pêşketin û navça Sebe Beyar, bilindiyên Recm-El-Hemad û Recm Ebû Qeber li 120 kîlomitriya bakûra rojhilata Şamê ji destê terorîstan azad kirin.

Firokên şerî yên artêşa Sûriyê herwisa pêgehên terorîstên Eswedul-Şerqiye û Lewai Şuheda El-Qeryetîn li sînorên Urdinê kirine hedefa êrişên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version