NûçeRojhilatanavin

Kuweyt ji Emerîkayê 28 balefirên cengê yên F18 dikre

Rayedarekî eskerî yê Kuweytê eşkere kir ku welatê wî daxwaza kirîna 28 balefirên cengê yên F-18 ya Sûper Hornt daye Emerîkayê.

 Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Anadolu News`ê, serleşkir Lafî El-Azêmî serokê erkantiya  çek û sîlehan û pergalkirina artêşa Kuweytê li kêleka  destpêbûna  sêhem civîna  xizmetên locêstîkî li Kuweytê li gotûbêja tev  nûçegihanan got ku  daxwaza kirrîna 28 balefirên  cengê yên  F-18 ya Sûper Horintê nivîskî daye dewleta Emerîkayê ku helbet ev daxwaza bi şerta  firotina  dubare ya  nivşa kevn a balefirên  F-18 li cem artêşa Kuweytê ye.

El-Azêmî tu amajeyek bi cûreya van firokeyên şêrr nekir.

Wî li dewamê nûçên belavbûyî li bara daxwaza Kuweytê ji Emerîkayê jibo kirrîna  40 balefirên  F-18`ê bi bihayê 10 milyar dularî derew da zanîn û got ku hevcetiya  niha  û fermî ya dewletê bo van balefiran 28 heb e ku hemî naveroka peymanê dê jibo pejirandina ji aliyê taxima çavdêriyê li dewletê were şandin û heke hat pesendkirin bi hemî hûrgiliyên xwe û buhaya wê dê li medyayan were ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu