ÎranNûçeRojhilatanavinSûriyeYemen

Iraqçî: NY tu bernameyeke xwe li Sûriyê û Yemenê tine

Seyd Ebas Iraqçî alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê li merasima  rêzgirtina ji 71mîn salvegera damezrandina  NY re li Têhranê got ku li encama pevçûnan li Sûriyê bi milyonan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne, lê NY ji ber nijyara siyasî tu bertekeke hêja li hember wê tine.

Iraqçî bal kişand ser hizûra grûpên terorîsdtî yên mîna DAIŞê li Sûriyê û destnîşan kir NY dikare jibo lidarxistina  muzakirên  aşitiyê û alîkariyên mirovhezane bo gelê Sûriyê roleke giring hebe.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha  bal kişand ser cinayetên Erebistanê li Yemenê û got Îran ji NY dixweze ku  pêngavên pêdivî jibo dawîbûna cinayetên siûdiyan hilîne.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser hevhatina  Parîsê jibo gihêştian bo armancên  geşatiya Hezarê û got. Ev hevhatina dîrokî jibo geşatiya aborî û li gorî teknolojiya parastina  jîngehê giring  bûye  û Îran dixweze ku  ji hilweşyana xwe jibo gihêştin bo van armancan mifayê wer bigre.

Iraqçî her wiha  nav koma nûçegihanan bijartian Erebistanê li konseya  mafên mirovan a NY nîşana  bikaranîna kirêta mafên mirovan  jibo berjewendiyên  saisyî û tekez kir ku li hember mesela mafên mirovan siyasî reftar tê kirin.

Alîakrê wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir ku rejîma  siûdî ku  tu erzişekê ji jinan re qayîl nabe û mafên herî sereke yên jinan binpê dike bi slogana geşatiya giştalî li konseya  mafên mirovan  tê bijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu