Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê diyar kir: Civîna nav meclisên welatên Îslamî dengê xelkê misilman ê navçê û umeta islamê ye.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî, îro duşemiyê li 20`emîn civîna civata giştî ya yekitîya meclisên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Têhranê got: Em li bendê ne ku li vê civînê mijar û meselên ku ser xêr û kara hemî welatên îslamî ne, werin hilêxistin.
Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku îro rojê Filistîn pirsgirêka cidî ya welatên Îslamî ye û got: Filistîn, tim mijara giring û sereke bûye bo welatên cîhana Îslamê û civîna Têhranê derfetek e ku elatên Îslamî piştgiriya gelê Filistînê dikin.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî destnîşan kir: Li slaên vê dawiyê ji ber komployên curbicur li cîhana Îslamê, derfetek ji bo Emerîkayê pêk hat da ku Qudsê weke navenda Rejîma Siyonîstî kivş bike lê hişyariya siyasî ya gelên misilman pêşiya vî karî girt.
Larîcanî destnîşan kir: Welatên Îslamî nabe bihêlin ku mezlûmiyeta gelê Filistînê zêde bibe û loma ji mijarên giring di rojeva civîna nav parlemnaî ya welatên endamê Rêxistina hevkariya Îslamî, mijara Filistînê ye.
Bîstemîn civîna Civata giştî ya Civîna parlemana welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî, vê sibê bi beşdariya serok û alîakrên serokên parlemanê û taximên parlemanî ji 44 welatên endam li Têharn xebata xwe destpê kir.
Merasima destpêkê ya 13`mîn civîna parlemnaî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî sibê bi amadebûna serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranêli Têhranê tê lidarxistin û dê berêvariya çarşemiyê jî bi weşandina daxûyaniyekê dê dawiyê bidine karê xwe.