ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Dijberîya amerîkîyan li hemberî rêketinama navokî zîyanê digihîne wan xwe

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Heke Amerîka fikir dike ku lêgerînên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) di asteke baş de nînin, ew dikarin bên kêmkirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê îro li rex merasima destpêkirina kombûna desteyên bawerpêkirî yên zanîngehên zanistên pizişkî li Têhranê tekez kir ku dijberîya amerîkîyan li hemberî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê zîyanê digihîne wan xwe, dîyar kir: Îranê anegorî kiryara amerîkîyan şîyana gellek karan heye.

Elî Larîcanî li bara boykotên Amerîkayê li warê binpêkirina rêketinama navokî got: Kiryarên vê dawîyê yên amerîkîyan tiştekî nû nînin, ji dema ku meclisa Sêna derbasî biryarên bi vî rengî bûye ve ew tûşî hin berbend û pirsgirêkên navxweyî bûne.

Wî herwiha got: Boykotên vê dawîyê ji hêla Îran û Ûrsêtê va jî tên şopandinê û anegorî wan biryar tên dayîn û tekez kir: Amerîkîyan berê û niha hin bêsozî hebûne, nemaze di dewra vê dawîyê de fikir dikin ku heke dijberîya rêketinama navokî bikin ser xêra wan e, li halekî ku eva zîyanê digihîne wan.

Serokê meclisa Îranê herwiha got: Têhranê potansîyelên baş ên navokî hene û bilez dikare rewşê biguherîne. Heke amerîkî fikir dikin asta lêgerînên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) jibo wan baş nîne, dikarin wê kêm bikin  (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu