ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Dijmin ji şîyana mûşekî ya Îranê ditirsin

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê pêgirî kir: Dijminên Komara Islamî ya Îranê ji şîyana mûşekî ya Îranê ditirsin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bi gotina vîya ku dijmin dixwazin ewlehîya Îranê ji nav bibin dîyar kir: Têknolojîya çêkirina mûşekan li Îranê bûye têknolojîyeke xwecî û dijmin nikarin vê şîyanê ji gelê Îranê bistînin. Larîcanî herwiha got: Şîyana mûşekî ya Îranê ji bo berevanîyê ye.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişand ser dehika fecrê û got: Roja 22`yê Behmenê roja netewî ya îranîyan e.

Larîcanî bi gotina vîya ku dijminan piştî serketina inqilaba islamî nexşeyên curbicur ji bo ku derbê lê bidin darêştin lê hemî komployên wan pûç derketin, dîyar kir: Gelê Îranê, inqilaba islamî ji xwe dizanin û di vê rêkê de bi hezaran şehîd û nivîşkanên şêrr pêşkêş kirine.

Başa dön tuşu