AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Dîplomasiya Asyayî şer û şerûtîxwaziyên Amerîkayê û Terorîstan têk bir

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Zêdebûna rola Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo çareseriya krîza Sûriyê mînaka peydabûna dîplomasiya Asyayê ye ku heya asteke jorîn bûye sedema têkçûna şer û şerûtîxwaziyên Amerîkayê û Terorîstan.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî duh li Civîna  12-an a Meclisên Asyayî li Antalyaya Tirkiyê anî ziman ku Dîplomasiya Asyayî ji zirûfên herî aktîv li asta navneteweyî ye. Wî li dewamê de got: Kiryarên tund û bi dijminatî  yên wekî şerê terîfeyan li hemberî Çînê, boykotkirina Rûsa û Îranê, çêkirina astengî û kêşeyan li hemberî Tirkiyê û standina bacê ji hin welatên navçê, nîşan dide ku Amerîka zêdebûna rola asyayê û jordaçûna mewqiya wê tamil nake.

Larîcan herwiha bal kişand ser hin kiryarên xirabkarane  yên Amerîkayê yên wekî piştgiriya ji terorîstan û çêkirina bê ewlehî û bê îstiqrariyê li navçê û got: di vê mijarê de pêkanîna statûyên ticarî, danûstandina pereyan, girêdana peymanên ewlekarî û leşkerî û hevkariyên zanistî û teknolojiyê navbera welatên Asyayî zêde ji her demeke din pêwîst dike.

  Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê raberkirina reşnivîsa biryarnama “Zêdekirina hevkariyan di navbera endamên Civata Meclisên Asyayî ji bo parastin û pêşxistina çend-alîxweaziyê” li rûniştina Lijneya Dayimî ya karûbarên siyasî li Îsfehanê û li rûniştina yelkem ya Konseya Birêvebir li Rîzeya Tirkiyê li vê salê de ji kiryarên ber bi çav ên Meclisa Îranê bona zêdekirina hevkariyên çend-alî li asta Civata Meclisên Asyayî da zanîn.

Larîcan herwiha hêviya xwe diyar kir ku Parlemanên endamên Civata Meclisên Asyayî bi pesendkirina biryarnama pêşniyarkirî ji aliyê Îranê ve peyameke zelal li warê piştgiriya ji Diyaloga li gor Hevdufemkirin, Hevkarî û Berjiwendiyên hevpar li asta navçê û cîhanê bidin yên din û zêde ji berê alîkariya çend-alîtiyê bikin.   

Başa dön tuşu