Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Gelê bindest ê Filistînê, mînaka herî berbiçav a bindestiyê li nav gelê cîhanê ye û divê bi awayekî ciddî bikeve bin sîvana piştgiriyê.
Elî larîcanî roja sêşemiyê li destpêka şeşemîn civîna navneteweyî ya piştgiriya ji Serhildan anku Întifaza Filsitînê li Têhranê ji beşdariya rayedar û kesayetiyên siyasî yên cîhanê li vê civînê sipasî kir û got: Em di rewşekê de ne ku gelê bindest ê Filistînê pir mezlûm maye û Rejîma Siyonîstî zexta ser vî gelê bindest zêde kiriye.
Larîcanî her wiha got: Îsraîlê bêyî berçavgirtina qanûnên navneteweyî û biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY bi pesendkirina Kênêsêt anku parlemana Rejîma Siyonîstî, bajarokçêkirina xwe berfireh kiriye.
Serokê meclisa şêwra Îslamî y Îranê destnîşan kir: Îsraîlê bi mudaxila li hin welatên Îslamî lê digere ku mesela Filistînê bide jibîrkirinê û dijminê ne-sereke dayne dewsa dijminê sereke.
Şeşmîn civîna navneteweî ya piştgiriya ji Serhildana Filsitînê bi axaftina rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û rayedar û kesayetiyên siyasî yên 80 welatên cîhanê li Têhranê roja sêşemiyê karê xwe destpê kir.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî dema gihêşt hola rayedarên welatên Îslamî li Têharnê jibo ku li civîna piştgiriya ji Serhildana Filistînê beşdar bibe, rêz ji hêmaya şehîdên Serhildana Filistînê girt (BANGÊ ÎSLÂMİ).