Larîcanî: Dosiya Sûriyê mînaka herî baş bo çareserkirina pirsgirêkên Asiyayê ye

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Hevkariyên Îran, Sûriy, Rûsiyê û Tirkiyê bona çareserkirina pirsgirêkên navçê, mînaka herî baş ji bo çareserkirina mesele û pirsgirêkên aborî û siyasî yên Asiyayê ye.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Elî Larîcanî ku bona beşdariya li civata giştî ya meclisên asiyayî sefera Tirkiyê kiriye li gotûbêja bi nûçegîhanan re destnîşan kir: Îro rojê zirûfên zav yên mîna enerjî, îmkanên xwezayî yên curbicur û hêza însanî ya berfireh li Asiyayê hene ku dikarin bibin sedema geşatiya cidî û sedema bazdanê li navçê.
Larîcanî her wiha destnîşan kir ku xîmdanerê sereke yê civîna civata meclisên asiyayî, meclisa Îranê bû û welatên asiyayî tevlî wê bûn û niha piraniya parlemanên welatêna asiyayî endamên vê civînê ne.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê di eynî demê de li bara lidarxistina nêzîk a civîna nav parlemanî ya Îran, Çîn, Tirkiye , Rûsiye, Efxanistan û Pakistanê li Îranê agahî da û got: Meselên terorîzmê, hevkariya li warê rawestana li ber bêewlehîyên navçê û madên hişber û hevkariyên aborî, mêhwerên vê civînê ne.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê berêvara çarşemiyê bona beşdariya li yazdehemîn civîna civata giştî ya meclisên asiyayî( APA) bi taximeke parlemanî re sefera Stembola Tirkiyê kirin. Li yazdehemîn civata giştî ya meclisên asiyayî 23 welatên asiyayî beşdar in. Ev civîan sê rojî ye.