ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Emerîka curek dîplomasiya ehmeqane li asta navneteweyî dişopîne

Serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê wek berteka li hember twîta bi gef a serokkomarê Emerîkayê got: Emerîka rastî curek hovîtî û bê serûberiya li warê dîplomatîk bûye û curek dîplomasiya ehmeqane li asta navneteweyî dişopîne.

 Trump roja duşemiyê wek berteka li hember gotinên  Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê ku destnîşan kiribû,nabe Emerîka bi dêla şêr re bilîze, di twîtera xwe de îdia kir: Ger Emerîka cardinê gefê bixwe, Îran dê şehedê hin dûhatan be ku dîrokê pêştir kêmtir  dîtiye.

Hesen Rûhanî  serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja yekşemiyê li axiftinekê xitabî emerîkiyan û li bersiva vê yekê ku wan gotine, nahêlin  nifta Îranê bê firotin û got: Serokkomarê Emerîkayê bila bizanibe ku Îran ewlehiya  av rêya  navçê di dirêjahiya dîrokê de  misoger kiriye û bila bi dêla şêr re nelîze ji ber ku bersiva Îranê dê wan poşman bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Larîcanî li civîna  eşkere ya  îro sêşemiyê ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê diyar kir: Gotinên  pûç ên Trump erzişa bersivandinê tinene.

Larîcanî her wiha got: Trump kesek e ku li asta navneteweyî bi gendeliyê nav û dengê xwe heye.

Başa dön tuşu