ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: “Hebûna Herêma Kurdistanê li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê ye“

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: “Stratijî û siyaseta Komara Îslamî ya Îranê hebûna Herêma Kurdistana çalak û bicoş li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê ye“.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî berêvariya roja Yekşemiyê li hevdîtina bi serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî, li Têhranê got: “Îranê pêwendiyeka stratijîk bi Herêma KUrdistana Iraqê ra heye û dixwaze ku vê pêwendiya binirx biparêze û nabe ku ev pêwendî bi şaşitiyên stratijîk tûşî kêşeyê were“.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi bîr xist: “Bûyerên ku demek beriya niha li Herêma KUrdistana Iraqê qewimîn, li ser xêra birayên kurd nebû û divê bi hişyarî û di bin siya piştgiirya dewleta navendî ya Iraqê pirtsgirêk bên çareserkirin“.

Larîcanî her wiha got: “Yekîtiya navbera birayên şîe û sune, dibe sedema yekîtî û yekparçetiya axa Iraqê û divê îzn neyê dayîn ku dijmin wê yekê ser xêra xwe bi kar bînin“.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî jî li vê hevdîtinê got: “Çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê divê li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê be ji ber ku Herêma Kurdistana daxwaza yekparçetiya axa Iraqê dike“.

Nêçîrvan Barzanî her wiha pesna piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji Herêma Kurdistana Iraqê kir û got: “Vekirina dubare ya sînorên digel Îranê gelê Herêma Kurdistanê şa kir û peyama sefera min bo Îranê ev e  ku em dê pêwendî û biratiya xwe bi birayên îranî ra tu wextî aloz snekin“.

Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna sefereka yekrojî êvara Şemiyê gihîşte Têhranê û roja Yekşemiyê ji billî Elî Larîcanî, bi Elî Şemxanî, sikritirê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê ra jî hevdîtin û gotûbêj kir.

Başa dön tuşu