ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Hevkariya welatên Îslamî pirsgirêkên cîhana Îslamê bi dawî tîne

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got ku welatên Îslamî dikarin bi hevkarî û hevdiliyê alîkariyê bikin pirsgirêkên cîhana Îslamê çareser bibin.

 Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê îro çarşemiyê li hevdîtina Oktawîno Elîmodîn balyozê Endûnizyayê li Têhranê bal kişand ser qeyranên  navçê û pirsgirêkên cîhana Îslamê û got hevkariya welatên Îslamî ji wan  Îran û Endûnizyayê jibo çareserkirian pirsgirêkên  cîhana Îslamê dikare  pir bibandor be.

Elî Larîcanî Endûnizyayê welatekî giring li cîhana Îslamê da zanîn û destnîşan kir ku tevî başbûna têkiliyên  siyasî-parlemanî yên Têhran-Cakartayê, asta hevkariyên  aborî ne li gor  zirûf û şiyanên du welatan û peywendiyên  siyasî-parlemanî yên du aliyan e.

Larîcanî ji xebitandina sermaya Endûnizyayê li projên  nift û gaza Îranê pêşewazî kir û got, geştyarî û beşa pêşeyê jî warên giring jibo berfirehkirina  peywendiyên  aborî yên du welatan e.

Oktaw Elîmodîn balyozê Endûnizyayê jî li vê ehvdîtinê bal kişand ser seferên  tê yên serokkomar û serokê parlemana  Endûnizyayê bo Têhranê û got : Ev sefer dê bibin sedem hevkarî û peywendiya her du aliyan li warên  curbicur bên berfirehkirin.

Balyozê Endûnizyayê her wiha  ragihand ku welatê wî amade ye peywendiyên  xwe yên aborî bi Têhranê re li beşa nift û gazê berfireh bike û hevkariyên ticarî û danûstandinên  beşa taybet navbera her du welatan bên xurtkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu