Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got ku welatên Îslamî dikarin bi hevkarî û hevdiliyê alîkariyê bikin pirsgirêkên cîhana Îslamê çareser bibin.
Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê îro çarşemiyê li hevdîtina Oktawîno Elîmodîn balyozê Endûnizyayê li Têhranê bal kişand ser qeyranên navçê û pirsgirêkên cîhana Îslamê û got hevkariya welatên Îslamî ji wan Îran û Endûnizyayê jibo çareserkirian pirsgirêkên cîhana Îslamê dikare pir bibandor be.
Elî Larîcanî Endûnizyayê welatekî giring li cîhana Îslamê da zanîn û destnîşan kir ku tevî başbûna têkiliyên siyasî-parlemanî yên Têhran-Cakartayê, asta hevkariyên aborî ne li gor zirûf û şiyanên du welatan û peywendiyên siyasî-parlemanî yên du aliyan e.
Larîcanî ji xebitandina sermaya Endûnizyayê li projên nift û gaza Îranê pêşewazî kir û got, geştyarî û beşa pêşeyê jî warên giring jibo berfirehkirina peywendiyên aborî yên du welatan e.
Oktaw Elîmodîn balyozê Endûnizyayê jî li vê ehvdîtinê bal kişand ser seferên tê yên serokkomar û serokê parlemana Endûnizyayê bo Têhranê û got : Ev sefer dê bibin sedem hevkarî û peywendiya her du aliyan li warên curbicur bên berfirehkirin.
Balyozê Endûnizyayê her wiha ragihand ku welatê wî amade ye peywendiyên xwe yên aborî bi Têhranê re li beşa nift û gazê berfireh bike û hevkariyên ticarî û danûstandinên beşa taybet navbera her du welatan bên xurtkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)