Larîcanî: Hevkariyên Îran û Tirkiyê li warê ewlehiyê pêdivî ye

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê diyar kir: Emerîkî li Sûriyê tim bi dû mudaxileyê ne û loma hevkariya Îran û Tirkiyê li warê ewlehiyê li navçê pêdivî ye.
Elî Larîcanî berêvariya duşemiyê li kêleka 13 mîn civîna Yekitiya nav parlemanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Têhranê û li hevdîtina tev Îsmaîl Qehreman serokê parlemana Tirkiyê got: Emerîkî li dû lihevxistina rewşa welatên navçê ne û nîşanên wê jî diyar in.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser piştgiriya ji gelê Filistîn û Qudsa Şerîf û destnîşan kir: Emerîkî li dû wêdebirina mijara Filistînê û Qudsê ne lê nabe ku bihêlin mesela Filistînê bibe mijara danûstandinê û roal Tirkiyê li vê barê giring e.
Larîcanî bal kişand ser giringiya beşdariya serokê meclisa Tirkiyê li civîna Yekitiya nav parlemanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Têhranê û got: Îran amadeyî berfirehkirina hevkariyên bi Tirkiyê re ye û civîna nav parlemanî divê li warê berfirehkirina peywendiyên aborî çalaktir bibe.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha wêdebirina dularê ji danûstandinên ticarî û xebitandina diravên du welatan ji bo danûstandinên aborî, kiryareka baş da zanîn û got: “Çareserkirina berbendên ser riya peywendiyên ticarî û zêdekirina geştariya navbera Îran û Tirkiyê bi berfirehkirina peywendiyên bankî dikare serê xwe bigre“.
Îsmaîl Qehreman serokê parlemana Tirkiyê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser rola giring a Îran û Tirkiyê ji bo damezrandina aşitiyê li navçê û got: “Hin kes dixwezin bi rewacdayîna terorîzmê pirsgirêkê çê bikin ku li vê barê hevkariya Îran û Tirkiyê ji bo rawestana li ber wê dê kêrhatî be“.
Serokê meclisa Tirkiyê her wiha biryarên Emerîkayê ji bo rawestana li ber terorîzmê şaş da zanîn û destnîşan kir: “Nabe ku ji bo rawestana li ber komeke terorîstî ji koma terorîstî ya din piştgiriyê bê kirin“.