ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Hevkariyên Îran û Tirkiyê li warê ewlehiyê pêdivî ye

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê diyar kir: Emerîkî li Sûriyê tim bi dû mudaxileyê ne û loma hevkariya Îran û Tirkiyê li warê ewlehiyê li navçê pêdivî ye.

 Elî Larîcanî berêvariya duşemiyê li kêleka 13 mîn  civîna  Yekitiya  nav parlemanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Têhranê û li hevdîtina tev Îsmaîl Qehreman serokê parlemana Tirkiyê got: Emerîkî li dû lihevxistina  rewşa welatên navçê ne û nîşanên wê jî diyar in.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser piştgiriya ji gelê Filistîn û Qudsa Şerîf û destnîşan kir: Emerîkî li dû wêdebirina mijara Filistînê û Qudsê ne lê nabe ku bihêlin mesela Filistînê bibe  mijara danûstandinê û roal Tirkiyê li vê barê giring e.

Larîcanî bal kişand ser giringiya  beşdariya serokê meclisa Tirkiyê li civîna  Yekitiya  nav parlemanî ya welatên  endamê Rêxistina  Hevkariya  Îslamî li Têhranê û got: Îran amadeyî berfirehkirina  hevkariyên bi Tirkiyê re ye û  civîna nav parlemanî divê li warê berfirehkirina peywendiyên aborî çalaktir bibe.

Serokê meclisa şêwra  Îslamî ya Îranê her wiha  wêdebirina  dularê ji  danûstandinên ticarî û xebitandina  diravên du welatan ji bo danûstandinên  aborî, kiryareka  baş da zanîn û got: “Çareserkirina  berbendên  ser riya peywendiyên ticarî û zêdekirina  geştariya  navbera Îran û Tirkiyê bi berfirehkirina  peywendiyên bankî dikare serê xwe bigre“.

Îsmaîl Qehreman serokê parlemana Tirkiyê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser rola giring a Îran û Tirkiyê ji bo damezrandina  aşitiyê li navçê û got: “Hin kes dixwezin bi rewacdayîna  terorîzmê pirsgirêkê çê bikin ku li vê barê hevkariya Îran û Tirkiyê ji bo rawestana  li ber wê dê kêrhatî be“.

Serokê meclisa Tirkiyê her wiha  biryarên  Emerîkayê ji bo rawestana li ber terorîzmê şaş da zanîn  û destnîşan kir: “Nabe ku ji bo rawestana li ber komeke terorîstî ji koma terorîstî ya din piştgiriyê bê kirin“.

Başa dön tuşu