ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Kemal Xerazî: Eger Ewrûpa ji bo parastina Lihevkirina Navokî karekî praktîk neke, tu hegerek tuneye ku Îran bixweze li vê hevhatinê bimîne

Serokê Konseya Stratejîk a peywendiyên derveyî ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku divê ewrûpî riyekê ji bo parastina Lihevkirina Navokî peyda bikin û destnîşan kir: Tevî derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî, hin rêbaz bona derbasbûna ji boykotên aborî yên Amrîkayê ji bo kesên ku hes dikin bi Îranê re bazirganiyê bikin, hene.

Seyd Kemal Xerazî ku ligel taximeka siyasî seredana Spanyayê kiriye, li hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a EFE ya vî welatî re, bal kişand ser vê yekê ku li dema boykota Amerîkayê, Komara îslamî ya Îranê karî li hember pirsgirêkan bi ser keve û got: Eger Ewrûpa ji bo parastina Lihevkirina Navokî karekî praktîk neke, tu hegerek tuneye ku Îran bixweze li vê hevhatinê bimîne.

Serokê Konseya Stratejîk a peywendiyên derveyî ya Îranê, herwiha li ser pêwîstiya piştgîriya dewletên Ewrûpî ji wan dewleta Spanyayê ji kompaniyên ku din hene sermiyandanîn û sozên xwe li bazara Îranê biparêzin, pêgîrî kir.

Xerazî herwiha bal kişand ser vê yekê ku hin welatên hevgirtiyê Amerîkayê, tu bihayek nadine Trump û destnîşan kir: A niha dinya ji ber biryarên neberaqil ên serokomarê Amerîkayê, rehîn hatiye girtin.

Başa dön tuşu