Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Hin liv û tevger li cîhanê bi taybet Emerîkayê pêk hatine ku wer dizanin dikarin gelê Îranê bi cihanîna boykotan û zêdebûna zextan ji inqilabê cida bikin lê hizra wan şaş e.
Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Larîcanî duşemiyê li duwemîn sefera parêzgeha Farsê li başûrê bal kişand ser vê yekê ku Îran bi piştîvaniya xwîna şehîdan û piştgiriya gel li halê pêşkein û geşatiyê ye û diyar kir: Li navçeyekê ku hemî xulamê Emerîkayê bin Îmam Xumêynî(RE) gelê Îranê rizgar kir û niha Inqilaba Îslamî bûye mînakek bo xelkê din jî.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dema ku hevhatina navokî qebûl kir bo kêmkirina zexta ser gel bû û got: Niha dijminên gel bi armanca dilsarkirina xelkê, li dû zêdekirina zextan ser gelê Îranê ne.
Larîcanî her wiha diyar kir: Armanca dijmin eva ye ku bi kiryarên xwe xweser û ewlehiya welêt ji nav bibe û wek mînak li bakurê rojava û başûrê rojhilata Îranê hemî kom çekdar kirin lê ji ber hizûra sipahê nikarin pêngaveke berbiçav hilînin.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku li rewşa niha ji ber pirsgirêkên heyî zext û zora ser çîn û qatên cur bi cur heye û got: Vêca armanca berpirsan çareserkirina destxwe ya pirsgirêkan bi îmkanatê heyî ye.