ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê li ser parastina Lihevkirina Navokî digel Îranê pêgirî kir

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê parastina Lihevkirina Navokî digel Îranê mijareke girîng ji bo Waşîngtonê da zanîn.

Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê ji zarê malpera Hill`ê ya ser bi Kongreya Amerîkayê, Aşton Kartêr wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê roja înê li bereberê bidawîhatina serdema heştsalî ya dewleta Barak Obamayê serokomarê vî welatî bi weşandina nivîsekê, nivîsî: Berjewendiyên Waşîngtonê viya pêwîst dike ku Lihevkirina Navokî digel Îranê biuparêze.

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê her wiha got ku Îranê li ser esasa piştrastkiirna Ajansa Navneteweyiya Enerjiya Navokî, sozên xwe cih anîne.

Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê jî ragihand ku binpêkirina Lihevkirina Navokî di rewşa niha da, wê Amerîkayê tenê bihêle.

Donald Trump serokoamrê bijartî yê Amerîkayê di dewrana rikeberiyên xwe yên hilbiajrtinê gef xwaribû ku heke bigihêje Koşka Sipî, dê Lihevkirina Navokî ya digel Îranê bidirîne.

Hesen Rûhanî, serokomarê Îranê, li bara helwêstên Trump got: Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê biryarnameya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û bi biryara dewletekê nayê guhertin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu