ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Îran ji êrişa bi heceta mafên mirovan a welatên rojavayê natirse

Sekreterê erkantiya mafên mirovan a teşkîlata dadweriya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê ji êrişa bi heceta mafên mirovan a welatên rojavayê natirse.

  Muhemed Cewad Larîcanî, sekreterê erkanitiya mafên mirovan a teşkîlata dadweriyê ya Îranê, roja sêşemiyê li kêleka 153 mîn civîna  komîta neteweyî ya hevdengiya erkantiya mafên mirovan  nav koma nûçegihanan li Têhranê li bara êrişa bi heceta mafên mirovan a welatên rojavayê ser Îranê got: Êrişa bi heceta mafên mirovan a welatên rojavayê ji roja ewil a damezrandina  Komara Îslamî ya Îranê destpê bûye û welatên rojava biryarnameyên curbicur li dijî gelê Îranê derxistin .

Larîcanî bal kişand ser vê yek ku Komara Îslamî ya Îranê hikûmeteke  medenî û siyasî  ya tam û demokrasiyeke giştalî li gor fikra Îslamî damezrandiye û got : Îrorojê Komara Îslamî ya Îranê, demokrasiya herîmezin a rojava Asiyayê ye.

Sekreterê erkantiya mafên mirovan a teşkîlata dadweriya Îranê. mafên mirovan, slogana  herî mezlûm li nav  mirovahiyê û cîhana îro da zanîn û destnîşan kir, bêguman nizama Komara Îslamî ya Îranê li welatên rojava  giran tê, ew çavrê enbûn ev ezmûna bi ser keve û welatên rojavayê li dû hin dîktatoran in ku ser navê sekolarîzm û lîberalîzmê li navçê hikûmetê bikin .

Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku mafên mirovan dê alaya Komara Îslamî ya Îranê be û got: Ko0mara Îslamî ya Îranê dijberê zilmkirinê û qebûlkirina zilmê û berevanê mafên mirovên mezlûm e.

Sekreterê erkantiya mafên mirovan a teşkîlata dadweriya Îranê her wiha  li bara  rewşa niha ya Behreynê jî diyar kir tiştê ku li Behreynê diqewime, karesata însanî û cinayeta li dijî mirovahiyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu