ÎranNûçeRojhilatanavin

17 endamên komên dijî inqilabê xwe teslîmî hêzên ewlehiya parêzgeha Kurdistanê kirin

Ekber Cuherî dozgerê giştî ya inqilaba islamî ya bajarê Sinê li gotûbêja îro pêncşemê ya xwe tev IRNA`yê bal kişande ser teslîmbûna 17 endamên grûpên terorîst û dijî inqilaba islamî ya Îranê di meha bihurî da û got: Eva nîşana hêz û qaweta nizama Komara Islamî ya Îranê û sîstemên hakimiyetî û dadweriyê ye.

Wî bal kişande ser pêşwaziya nizama Komara islamî ya Îranê ji endamên dijî inqilab û terorîstî ku xwe teslîm dikin û got: Eger kesên ku hatine xapandin ji kiryarên xwe pûşman bin, dê bikevine ber dilovaniya islamî û cezayên wan kêmtir bibe.

Ekber Cuherî got: Eger endamên din ên van grûpên dijî inqilab jî xwe teslîm bikin, dê bo wan jî dilovaniya islamî bê berçav girtin û eger jî dest ji kiryarên xwe bernedin hêzên dadwerî, eskerî û ewlehî yên Komara Islamî ya Îranê dê bi hêz û qawet bersivê bidin wan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu