ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Îran pêbendî hevaltiya xwe tev Qeterê ye

Serokê meclisa şêwra îslamî ya îranê bal kişande ser peywendiya dîrokî û dostane di navbera îran û Qeterê û destnîşan kir: Îran pêbendî vê hevalbendiyê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Elî Larîcanî li hevdîtina duh sêşemêêye xwe tev Ehmed Bin Zayêd Alê Mehmûd serokê meclisa Qeterê li Têhranê bilî rexneya ser her cure zextûzora ser dewlet û gelê Qeterê got: Komara îslamî ya îranê ji boykotên zalimaneye Erebistanê û hevpeymanên xwe dijî Qeterê nerehete.

Serokê meclisa şêwra îslamî ya îranê destnîşan kir; Boykot rêya dirust bona sekinîna li hemberî welatan nîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu