ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Îran wê bi şêwazên curbicur bersiva kiryara Kongera Amerîkayê bide

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, biryara Senaya Amerîkayê ya li ser dirêjkirina 10 salî ya dema qanûna boykotên li dij Îranê, karekî dijminane li hember Komara Îslamiya Îranê da zanîn û got: Îranê, wê rêbazên curbicur bona sekinîna li hember wê bikar bîne.

Elî Larîcanî, roja sêşemiyê li civîna çapemeniyê ya bi beşdariya nûçegîhanên navxweyî û derveyî li Têhranê, bal kişand ser newekheviya biryarên Kongera Amerîkayê ya dirêjkirina dema planên dijî Îranê yên bi Lihevkirina Navokî û destnîşan kir Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî û Konsey Çavdêriya ser cihatina Lihevkirina Navokî, wêji bo sekinîna li hember vê kiryara Amerîkayê biryarê bidin.

Larîcanî herwiha got li gorî lêkolînên, qanûnên meclisên Amerîkayê li çend xalan dijî Lihevkirina Navokî ne.

Senaya Amerîkayê pêncşemiya buhurî pêşniyarqanûna Meclisa Nûneran a Amerîkayê li ser dirêjkirina 10 salî ya dema qanûna boykotên li dij Îranê ya ser navê I.S. A`yê bi 99 dengên erê û bêyî tu dengeka na pejirand û bi vî awayî Kongireya Amerîkayê deng da dewama boykotên li dij Îranê heya sala 2026`an.

Qanûna boykotên dijî Îranê li benda îmzekirina Barak Obama, serokkomarê Amerîkayê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu