ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Îranê li gorî serederîyên Amerîkayê tivdîra xwe kirîye

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişand ser vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî û got: Vê kiryara amerîkîyan heta astekê bandor li sermayeguzarîya li welêt kirîye ku me jî di vî warî de tivdîra xwe kirîye û hin muzakire tên kirin.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê îro li koma nûçegihanan got: Amerîkîyan têkildarî rêketinama navokî berovajî exlaq, qirar û sozên navnetewî kar kirin û bi awayekî fermî jê vekişîyan, lewma bidestxistina çarçêva deqîq ji bo sekinîna li hemberî kiryarên Amerîkayê pêwîst e.

Larîcanî herwiha got: Kiryarên Amerîkayê yên dijî Îranê ne tiştekî nû ne û ji dema serketina inqilaba islamî va didomin.

Başa dön tuşu