ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Îranê ti pêgeheke leşkerî nedaye ber destê Rûsiyê

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Îran li warê çareserkirina qeyrana têrorîstî li navçeyê hevkariya ligel Rûsiyê dike; Lê ti navendeke leşkerî medaye ber destê vî welatî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a meclisa şêwra islamî, Elî Larîcanî, serokê parlimana Îranê roja çarşemiyê li bersiva pirsekê li bara cihbûna firokeyên şêrr ên ûrisan li axa Îranê, her wiha got: Îran digel Rûsiyê wek hevpeymanekê li mijarên navçeyî ji wan qeyrana Sûriyê hevkariyê dike û ev yeka bi vê wateyê nine ku Îranê navendeke leşkerî danîbe ber destê Rûsiyê.

Elî Larîcanî bi gotina viya ku li ser esasa xala 146`an a qanûna bingehîn, cihbûna nher cûre navenda leşkerî û biyanî li Îranê qedexe ye, got: Îran ji ber qeyrana terorîstî ku ji aliyê hinek ji welatên navçeyê û Amerîkayê çê bûye digel Rûsiyê hevkariyê dike û Mosko  vê gavê bi têgihîştina dirust a rewşa navçeyê, ,ligel Têhranê li warê çareserkirina qeyrana têrorîstî hevkariyê dike.

Larîcanî amaje bi eşkerebûna nêrînên Îranê li bara çareserkirina qeyrana Sûriyê kir û got: Îran ji helwêstên Rûsiyê li bara mijara Yemenê pêşwaziyê dike; Lewma nêrîna Îranê nêzikî nêrîna Rûsiyê li bara çareserkirina qeyrana têrorîstî li navçeyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu