ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Konferansa piştgiriya ji serhildana Filsitînê serketî bû

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê vegeriyana ser serekebûna mijara Filsitînê tevî rûdanên heyî li navçeyê ji destkeftên girîng ên şeşemîn Konferansa Navneteweyî ya Piştgiriya ji Serhildana (Întifazeya) Filsitînê da zanîn.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li hevpeyivîna digel rojnameya El Belada Cezayêrê bal kişande ser lidarxistina serketî ya şeşmîn Konferansa nacvneteweyî ya Piştgiirya ji Serhildana Filsitînê li Têhranê û got: Beşdarên vê konferansê nêrîneke hevpar li bara mijara Filsitînê û xeterên pêşberî wê bi dest xistin.

Larîcanî her wiha got: Berî viya komek li Filsitînê li dû lihevkirinê bi dijmin re û komek li dû berxwedanê bûn; Lê niha dityar bû ku riya sazişkarî û aştiyê negihîşûtiye ti encamekê.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî li mnerasima vekiirna Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji Serhildana Filsitînê destnîşan kir: “Çîroka bi xem û keser a Filsitînê û kesera cansoj a bindestiya vî gelê bihedar, bisebr û berxwedêr her mirovekî azadîxwaz, heqxwaz û edaletxwaz diêşîne“.

Şeşemîn Konferansa navneteweyiya Piştgiirya ji Serhildana (Înifazeya) Filsitînê ku bi axaftina rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî û amadebûna rayedar û kesayetiyên siyasî ji 80 welatên cîhanê sibeha roja sêşemiyê li Têhranê dest pê bûbû, berêvariya çarşemiyê bi dayîn adaxûyaniyekê bi dawî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu