ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Leza pêkhatina kirîzan li navçê pirtir ji leza çareserkirina wan e

Li gorî rapora ajansa IRNA’yê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê êvara duh li koma baylozên welatên islamî tevî pîrozbahiya meha rojiyê, ragihand nekarayiya li navçê bona çareserkirina kirîzan bûye sebeb ku her roj pirsgirêk zêdetir bibin.

Wî got: Pirsgirêkên navçê her diçe zêdetir dibin û niha wexta viya ye ku welatên navçê bizanibin ku kanê kî ji van kirîzan xêr û qazancê diben.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişande ser viya ku Rejîma siyonîstî ji van koman e ku xêra zêde ji van kirîz û pirsgirêkan werdigire û destnîşan kir; Eger em berê xwe bidin ser kiryarên terorîstî ku li nav welatên navçê diqewimin û berê xwe bidin ser çawaniya pêkhatina terorîzmê dibînin ku her roj kiryarên terorîstî li halê zêdebûnê ne.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişande ser viya ku hinek alî bi dû viya ne bona gihêştina hedef û armancên xwe neyariyan di navbera şîe û suniyan da çê bikin û got: Rewşa navçê bona misilmanan awarte ye û pêwîst e ku welatên islamî bi dû rikeberiyên zarokane li navçê nebin.

Wî bal kişande ser viya ku behrewergirtina ji terorîstan wek darê destan li navçê şaşitiyekî mezin e û got: Welatên islamî pêwîst e li rewşa niha da yekbûna xwe biparêzin û dest ji mesele û neyartiyên eşîreyî berdin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu