ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Meclis dê alûgorên navçê bişopîne

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Farsê, Elî Larîcanî, serokê Meclisa Îranê, roja yekşemiyê li hevdîtina nûnerên dewra dehan a Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê tev rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, bal kişand ser rewşa aloz a navçeya Rojhilata Navînê û got: Meclisa Îranê li çarçoveya dabînkirina ewlehî û aramiyê, dê alûgorên navçê bişopîne.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, herwiha got: Nûnerên Meclisê bona berevaniya ji armancên Înqilaba Îslamî û piştgiriya ji rêçareyên ku navçê ber bi aramî û ewlehiya mayinde dibin, bi awayekî cidî hewl didin.

Larîcanî, herwiha bal kişand ser vê yekê ku astengîderxistinên Amerîkayê piştî lihevkirina navokî, nîşan didin ku kedxwer dil hene ku derbê li berjewendiyên gelê Îranê lêxin û destnîşan kir: Nûnerên gel, erka xwe dizanin ku meclisê bikine mertala ji bo berevaniya ji mafên gel li hember biyaniyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu