CîhanNûçe

Seroka Dewleta Koreya Başûr Park biryara azilkirina parlamentoyê qebûl kir

Hat ragihandin ku Seroka Dewleta Koreya Başûr Park Geun-hye biryara parlamentoyê ku wê ji wezîfeyê azil kiribû qebûl kir.

Li gorî nûçeya ajansa Yonhapa Koreya Başûr, Seroka Dewletê Park di axaftina xwe de got: “Ez dengê parlamento yê xurt qebûl dikim û ji dil û can dixwazim ev kaos bi dawî bibe.” Park Geun-hye di berdewamiya axaftina xwe ya civîna lijneya Wezîran de got: “Ez dixwazim ji vir û pê ve Lijneya Wezîran bi serokwezîr re bixebite û di warê ewlehî û ekonomiyê de bila valahî çênebe.”

Li gorî zanyariyan Seroka Dewleta Koreya Başur Park Geun-hye ji bo biryara parlamentoyê dibe serî li Dadgeha Bilind a Temyîzê bide û ji ber îhmala xwe dîsa ji gelê Koreya Başûr lêborîn xwest. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu