Larîcanî: Morala gelê Îranê, dijmin bêhêvî kirine
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku komploya dijminan li dijî Komara Îslamî ya Îranê didome û destnîşan kir: Rûhiyeta berxwedana gelê Îranê bûye sedem ku dijmin newêre derbeyê li Îrana Îslamî xîne.
Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja îniyê li bajarê Sariyê li bakurê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka li Îran û navçeyê li dû komployê ye û diyar kir: Welatên kolonyalîst li nava civakên navneteweyî wisa dide xûyanê ku Îran li dû kiraltî û paşatiyê ye, lê Îran ne li dû hindê ye ji ber ku serdema wê dawî bûye.
Larîcanî xitabî hin welatên hevpeyman ên Emerîkayê û Rejîma Îsraîlê li navçeyê got: Li halekê ku hin welatên navçê alîkariya Sedam dîktatorê îdamkirî yê Iraqê bo êrişa ser Îranê kirin, lê Îranê tu carî êriş nekiriye ser welatên navçê ji ber ku Îran li dû xurtkirina çanda berxwedanê û rûhiyeta Îslamî li welatên navçê ye.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Emerîka û Rejîam Îsraîlê li dû mudaxilê û bi destxistina armancên madî û çavkaniyên enerjiyê yên navçeyê ne.
Elî Larîcanî, serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê vê sibê ji bo hevdîtina tev malbatên şehîdan û seredana projeyên umranî sefera bajarê Sariyê li bakurê Îranê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)