AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Navçe tûşî têrorîsma koçber bûye

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li hevdîtina bi wezîrê karên hundir ê Komara Azerbaycanê li Têhranê got: Niha navçeya Rojhilata Navînê tûşî têrorîsma koçber bûye û têrorîstên ku li Iraq û Sûriye ketine bin zextê, diçin cihekî din.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRIB Newsê, Elî Larîcanî, Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li hevdîtinê her wiha got: Îran û Komara Azerbaycanê tenê cînar nînin , belkî mijarên hevpar ên dînî, û gellek babetên hevpar ên aborî di navebra van du welatan da hene.

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê tevî amajeya bi hewildana hin xêrnexwazan ji bo xerakirina pêwendiyên navebra Îranê û Komara Azerbaycanê, got: Komara Îslamî ya Îranê styratijiyeka ron û zelal ji bo berfirehkirina pêwendiyan bi Komara Azerbaycanê ra heye.

Larîcan bi gotina vê yekê ku çend welat li warê têkoşîna dijî têrorîsmê kiryarên nediyar pêk tînin, her wiha got: Amerîka û hin welatên navçeyî hewilê didin  ku têrorîstên DAIŞê li Efxanistanê çalak bibin.

Ramîl Usûbov wezîrê karên hundir ê Komara Azerbaycanê jî li vê hevdîtinê got: Sityaseta Îlham Eliyêvê serokomarê Komara Azerbaycanê berfirehkirina pêwendiyan bi welatên dost û cînar ra ye.

Ramîl Usûbov tevî amajeya bi zêdebûna hevkariyan navbera Îranê û Komara Azerbaycanê li warê têkoşîna dijî sûcên birêxistinkirî her wiha got: Roja îro têrorîsmê pirsgirêkên mezin li navçeyê pêk anîne, her wiha têkoşîna dijî madeyên hişber jî tenê bi çalakiya welatekî niakre serê xwe bigire û Baku daxawza zêdekirina hevkariyan li vî warî da dike.

Başa dön tuşu