ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Pêwendiyên Îran û Iraqê qut nabin

Serokê Meclisa Îranê ya Şêwra Îslamî şeva çûyî li hevdîtina serokomarê Iraqê li Tehranê desnîşan kir ku du welatên Îran û Iraqê bi awayekî siruştî li hev girêdayî ne û got: Pêwendiyên Îran û Iraqê qet ji hev cihê û qut nabin.

Li gor nûçeya IRNAyê, Serokê Meclisa Îranê ya Şêwra Îslamî Elî Larîcanî sefera serokomarê Iraqê Berhem Salih bo Îranê wek xaleke werçerxan li pêwendî û hevkariyên du welatan bi nav kir û got: Gelek kesan xebitîn ku pêwendiyên du welatan biqetînin lê negihêştin encamê.

Serokê Meclisa Îranê ya Şêwra Îslamî pêwendiyên Îran û Iraqê dîrokî, dostane û ber bi pêşveçûn û berfirebûnê da zanîn û got: Bi qahêm û zêdebûna pêwendiyên aborî û ticarî yên du welatan derfetên nû ji bo hevkariyên du alî li çarçêva berjiwendiyên du welatan pêk tê.

Larîcanî herwiha rola Îran, Iraq û Tirkiyê li çarçêva çareseriya pirsgirêkên navçê pêwîst da zanîn û got: Komîteyek di navbera meclisên Îran, Rûsya, Efxanistan, Pakistan û Tirkiyê ji bo şerê li dij terorîzmê pêk hatiye û Tehran hêvîdar e ku Iraq jî tevlî vê komîteyê bibe.

Larîcanî herwiha bal kişand ser krîzaq Sûriyê û got: Iraq dikare ji bo çareseriya krîza Sûriyê roleke girîng bilîze.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî li vê hevdîtinê derazîbûna xwe derheq sefera xwe ya Îranê diyar kir û got ku welatê wî dixwaze li gişt waran hevkariyên xwe bi Îranê re berfire bike.

Berhem Salih duh bi teximeke derecebilind re ji bo hevdîtina rayedarên îranî sefera Tehranê kir.

Başa dön tuşu