ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Pirsgirêka Amerîkayê berxwedana gelê Îranê li hemberî îstekbarê ye

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku Pirsgirêka Amerîkayê berxwedana gelê Îranê li hemberî îstekbarê ye destnîşan kir: Amerîka û hevpeymanên xwe dixwazin li rojavaya Asiyayê grûpên terorîstî pêk bînin û ewlehiya Îranê bavêjin ber xeterê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li gotinên xwe bal kişande ser bêdengiya hindek ji welatên îslamî li hemberî zorbêjiya Amerîkayê û got: Bona Komara îslamî ya Îranê ciyê şanaziyê ye ku li hemberî dîktatoriya navnetewî ya amerîkiyan radiweste.

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê bal kişande ser nîzikbûna roja cîhanî ya Qudsê û got: Îmam Xumêyînî (RH) hertim ser mesela xebatadijî Îsrayîl destnîşan dikir û servê bawerê bû ku ev Rejîma Siyonîstî wekî kolekî qanserê li navçê ye û ewlehiya navçê rastî xeteran aniye û ev yekahemaroja îro jî tê dîtin û rola Rejîma Siyonîstî bona têkbirinaewlehiya navçê bibaşî tê dîtin.

Îmam Xumêyînî(RH) axir îniya meha tijî xêr û berekete rojiyê wekî rojacîhanî ya Qudsê bi nav kir ta ku misilmanên cîhanê li vê rojê vêzariya xwe li hemberî siyasetên nijadperêzî yên Rejîma Siyonîstî ragehînin.

Başa dön tuşu