Larîcanî: Piştgiriya cidî ya Îranê ji gel û dewleta Sûriyê
Serokê meclisa şêwra Îslamî ser piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji gel û dewleta Sûriyê heya derxistina terorîstan ji vî welatî tekez kir.
Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li hevdîtina Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê û taxima bi wî re li Têhranê, serketinên vê dawiyê yên artêşa vî welatî li Helebê pîroz kir û tekez kir: Ev serketin nîşan didin ku gelê Sûriyê bihêz e.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îran û Sûriye di riyeke strtejêîk de ne û got : Têhran dijberê muzakirên li Astana Qezaqistanê nîne lê divê berjewendiyên gelê Sûriyê û parastina yekperçetiya erdê di ewlewiyetê de be.
Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê jî li vê hevdîtin ê diyar kir: Îran tim alîgirê gel û dewleta Sûriyê bûye û helbet ev piştgirî li saya resenatî û medeniyeta olî û çand û peywendiyên dîrokî yên du welatan ne ecêb .
Serokwezîrê Sûriyê destnîşan kir: Serketinên vê dawiyê yên Helebê encama hewldan û têkoşana gelên Îran û Sûriyê bû û ev serketina tevî ku jibo gelê Sûriyê ye, weke serketina gelê Îranê jî tê hesabê.
Serokwezîrê Sûriyê li bara mesela agirbesê jî dfiyar kir: Agirbes nîşana qaweta dewleat Sûriyê ye. Helbet Şam jibo serketina li hember terorîstan û damezrandina aramiyê li Sûriyê pêşewzaiya hemî planan dike (BANGÊ ÎSLÂMİ).