ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Reftara Îranê li meselên navçê hêja û maqûl bûye

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê kiryar û reftara Komara îslamî ya Îranê li bara meselên navçê hêja û maqûl da zanîn.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja pênşemiyê bereberê roja nûçegihanan nav koma rêveberên medyayên parzêgeha Qomê li başûrê Tehranê bal kişand ser rewşa aloz a navçê ji hêla siyasî û ewlehiyê û got ku kiryra Komara îslamî ya Îranê li hember meselên navçeyê maqûl û ser qazanca welatên navçê ye.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser meselên curbicur ên Îranê li warên navneteweyî û navxweyî û destnîşan kir ku çareserkirina  mesela  navokî bû sedem ku aramiyek li Îranê pêk were jibo pêşketina li karên din bi taybet li warê geşatiya aborî.

17`ê Murdada 1377`an , heş kes ji endamên konsûlgeriya Îranê tev Mehmûd Saremî nûçegihanê IRNA`yê li Mezar Şerîfa Efxansitanê bi destê grûpa terorîst a Talibanê hatin şehîdkirinê, bi vê munasibetê 7`ê Tebaxê li rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê wek “roja  nûçegihanan“ hatiye binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu