ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Rola Îran û Rûsiye li warê rawestana li ber terorîzmê li navçê nayê îmkarkirin

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Îran û Rûsiye li warê raqwestana li ber terorîzmê li navça roleke ber bi çav dilîzin.

 Li gorî rapora Ajansa nûçan a “MALA NETEW” Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê îro pêncşemê li hevdîtina bi Vyacheslav Volodin (Viyaçêslav Volodîn) serokê Dûmaya  Rûsiyê li bajarê Volgogiradê ya Rûsiyê got: Li warê hevkariya pêşeyî di navbera Îran û Tûsiyê pêşketineke baş û ber bi çav çêbûye û hin pêşniyar jî hatine raberkirin û amadetiya pêwîst bo hevkariya zêdetir jî heye.

Larîcanî destnîşan kir.  Bi bextewerî li warê tranzît û cotkariyê navbera Îran û Rûsiyê hevkariyên baş hebûne.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got ku  emrê  terorîstan li Sûriyê ber bi dawiyê diçe, loma emerîkî zext û zora ser Îran û Rûsiyê zêde dikin û ev boykot pêk anîn û eva nîşan dide ku  pirsgirêka wan li  cihekî din e.

Serokê Dûmaya  Rûsiyê Vyacheslav Volodin jî li vê hevdîtinê bal kişand ser berfirehbûna  hevkariyên  parlemanî yên Rûsiyê û  Îranê û got: Peywendiyên  Îran û Rûsiyê bi lezgînî li halê berfirehbûnê ne û  ji me re giring e ku biryar hatine dayîn li warê  parlemanî û li asta pêkanîna qanûnê bikevin meriyetê.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bona beşdariya  li civîna komîstyona  hevpar a parlemanî ya Îranê û Rûsiyê, roja çarşemiyê bi taximekê re, berê xwe da Volgogiradê.

Hejmarek ji alîkarên  wezîrê a karûbarên aborî û darayiyê û her wiha nûnerên parlemana  Îranê li sefera çar rojî hevrêtiya Elî larîcanî dikin.

Başa dön tuşu