NûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Serdema milîtalîstiyê bi dawî hatiye

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, got: Pevçûnên siyasî bi riya gotûbêjê çareser dibin û serdema milîtalîstiyê bi dawî hatiye û êdî dema wê nîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, berêvariya yekşemiyê li hevdîtina tev George Vella, wezîrê karên derve yê welatê Maltê li Têhranê her wiha got: Wisan ku mijara navokiya Îranê bi riya gotûbêjê çareser bû, mesele û pevçûnên li navçeyê jî bi riya gotûbêjê tên çareserkirin.

Larîcanî her wiha li ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên aborî û parlimanî yên Îran û Maltê pêgîrî kir û got: Malt xwediyê cîgeheka girîng û bi bandor e ku dikare bibe wekî mêhwera danûstandinên di navbera Îran û Ewrûpayê.

George Vella, wezîrê karên derve yê Maltê jî di vê hevdîtinê li ser pêwîstiya hevkariyên zêdetir di navbera Yekîtiya Ewrûpayê û Îranê di warê rakirina kêşeyên li navçê û yên navneteweyî pêgîrî kir û got: Mewqî û cîgeha navçeyî û derveyî navçeyî ya Îranê, dikare bona çareserkirina mesele û pirsgirêkan û herwiha dabînkirina ewlehiyê, alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê bike. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu