Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê di hevdîtina digel Serokê Meclisa Qeterê de pêgirî ser vê yekê kir ku gelê cîhanê dixwaze serbixwe bijî û ragihand ku serdestîxwazîyê hîç cihek li cîhanê tine.
Elî Larîcanî di vê hevdîtinê de ku li rex Sêyemîn Civîna Meclisên Welatên Endamê Yekitîya Euroasyayê li Antalîyaya Tirkîyê pêk hat, bal kişand ser kiryarên bikîn ên li dijî Duhê û got: Ew kiryar bandorê li Qeterê nakin ji ber ku Duhê tivdîra xwe kirîye.
Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê herwiha bi gotina vîya ku tirsandina welatên herêmê karekî şaş e, dîyar kir ku ev kiryara neberaqil e.
Larîcanî herwiha pêgirî li ser rola erênî ya Duhê li herêmê kir û got: Peywendîyên Îran û Qeterê dostane û ber bi berfirebûnê va ne.
Serokê Meclisa Qeterê jî di vê hevdîtin êde bi bîr xist ku welatê wî peywendîyên baş digel Îranê hene û qeterî gellekî rêzê li Îranê digirin.