ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Terorîzm amûra Îsraîlê jibo lawazkirina cîhana Îslamê ye

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê berfirehkirina terorîzmê siyaseta Rejîma Siyonîstî jibo lawazkirina cîhana Îslamê da zanîn.

  Li gorî rapora ajansa nûçan a meclîsê serokê meclîsa Îranê îro yekşemiyê li hevdîtina  komek ji nunerên  parlemana  Tûnisê li Têhranê mixabiniya xwe derheq qeyranên vê gavê li navçê  nîşan da û got: Çêkirina bêtifaqiyê navbera  firqe û mezhebêb Îslamî ji siyasetên  Emerîka û Rejîma  Siyonîstî jibo lawazkirina  hêza gelên misilman e ku hişyariya  welatên Îslamî dikare  dawiyê bide vê komployê.

Larîcanî siyaseta  Komara Îslamî ya Îranê li gor  hevdiliya  navbera welatên îslamî da zanîn û destnîşan kir: Hizrên  xav û  lawaz ên hin welatên  Îslamî pêşiya  hevdilî û yekitiyê li cîhana Îslamê girtiye.

Serokê meclisa Îranê peywendiyên siyasî, aborî û çandî navbera Komara Îslamî ya Îranê û Tûnsê ber bi pêş da zanîn û got : Îran amadeyî berfirehkirina  têkiliyan û guhestina  tecruban tev Tûnisê li warên kivşkirina qanûnan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu