CîhanNûçe

Laşê firokeya ketî ya Rûsiyê peyda bû

Laşê firokeyeke rûsî ku îro anku yekşemiyê bi 91 lêniştiyan ket xwarê, li kûrahiya 50 heta 70 mitrî ya perravên Deryaya Reş li başûrê Rûsiyê peyda bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, rayedarekî rêvebiriya zanyarî û nûçeyên wezareta berevaniyê ya Rûsiyê ji ajansa nûçeyan a Interfox`ê ra got ku firoke li navbera 1500 mitrî ya perravên Deryaya Reş ketiye.

Opêrasiyona komên hawargihan bi çend firoke û gemiyan jî niha li devera ku firoke ketiye didome.

Firokeya Topolof-154`ê saet pênc û 20 xulekan a berbangê û demekê piştî firrîna ji firokeya Adlerê li nêzikî Sûçiyê ji qada şopandinê wenda bû û têkiliya telecomê jî digel wê qut bû.

Ajansa nûçeyan a Segodînayê jî egera ihtimalî ya vê bûyerê pirsgirêka teknîkî an şaşitiya firokevaniyê daye zanîn.

Vê ajansê ragihandiye ku firokeya windabûyî ya wezareta berevaniyê ya Rûsiyê piştî firrîna ji Moskoyê û wergirtina ardûyî li firokeya Adlerê li nêzikî Sûçiyê, firrîna xwe ya dubare ber bi baregeha leşkerî ya Hemîmîmê li Laziqiyeya Sûriyê dest pê kiribû.

Ji bilî leşkeran, 9 nûçegihan û endamên koma nasyar a mûzîka leşkerî ya Elêksandirofê ji bo cihanîna bernameyên cejna sala teze rêwiyê vê firokeyê ne û rapora vê bûyerê jî bo Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê hatiye raberkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu