ÎranNûçeRojhilatanavin

Edmîral Fedevî: Îran di asta herî jorîn a iqtidara digel pêşîlêgirtinê de ye

Fermandeyê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê di asta herî jorîn a iqtidara digel pêşîlêgirtinê de ye û iqtidar, rûmet û serbilindîya roja îro ya Îrana islamî wadeya Xwedê ye.

Li gorî rapora Sepah News`ê, edmîral Elî Fedevî îro li kombûna “rêzgirtina ji alahilgirên Kendava Farsê“ li Bûşêhrê li başûra Îranê got: Komara Islamî ya Îranê bi derbaskirina hemî komployên welatên rojavayî, niha giheştîye asteke istiqrar û şîyana pêşîlêgirtinê ku wek aktêrekî yekem ê navçeyî li qada navnetewî rê nade destdirêjî ser sînorên welatê wê bê kirin.

Fermandeyê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê herwiha got: Iqtidara Komara Islamî ya Îranê li Kendava Farsê giheştîye wê astê ku welatên rojavayî, nemaze gemîyên amerîkî tevî ku mirovên farsîziman bi kar tînin, divê hemî axavtinên û têkilîyên wan jî bi zimanê farisî bin.

Edmîral Fedevî bi gotina vîya ku karên rezîl û bikîn ên welatên rojavayî li dijî Komara Islamî ya Îranê ji ber pênaseya pergala inqilabî ya Îranê ye, pêgirî kir: Heybet û iqtidara Îrana islamî hevrêtî û piştgirîya gel wek esasa inqilaba islamî mideha 40 salên buhurî de nîşan dide.

Başa dön tuşu