ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevaniyê yê Îranê: Îran hertim li kêleka netewên mezlûm e

Wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Komara îslamî ya Îranê got: Nizama îslamî û gelê Îranê hertim piştevanê gelên mezlûm ên cîhanê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Serdar Sertîp Husên Dêhqan wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Komara îslamî ya Îranê duh pêncşemê li rêûrisma bîranîna 148 şehîdên navça Dudange ya bajarê Sariyê li bakûra Îranê destnîşan kir; Berevaniya ji mezlûman erzişa herî mezin e û şehîd jî li jiyana xwe hertim li fikra mezlûm û belengazên cîhanê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu