Lavrof mixabiniya xwe ji lidarxistina civîna dijî Îranê li Werşoyê (Warsaw) diyar kir
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji lidarxistina civîna dijî Amerîkayê ji Werşoya (warsaw) paytexta Polonyayê ragihand: Ev civîn jibo pêşdabirina kiryarên bi mebesta pêşîlêgirtina li Îranê tê lidarxistin.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê ji Wezareta karên derve ya Rûsiyê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof li yekemîn civîna xwe ya nûçeyî di sala 2019an da got: Beşdarên li vê civînê nikarin rolekê li daxûyaniya wê ya dawiyê hebin û Amerîka biryar e li Polonyayê daxûyaniyekê bide.
Wî tevî nerastzanîna nêrîneka wisa li hevkariyên navneteweyî got ku nêzikî 50 wezîrên karên derve bo vê konferansê hatine vexwendin, lê tu rola wan li daxûyaniyê tuneye (anku tenê bîser in).
Lavrof tu amajeyek bi beşdarbûn an beşdarnebûna Rûsiyê li vê civînê nekir, lê ev yek got ku Rûsiyê nameya vexwendinê ji bo beşdariya li vê konferansê wergirtiye û haya vî welatî ji rojeva vê konferasnê heye.