NûçeCîhanEwropaFilistînRojhilatanavin

Lavrov: Amerîka di şerê Xezeyê de bûye wek aliyekî şer

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di civîna KOnseya Ewlehiyê derbarê Filistînê de got ku Amerîka bi dabînkirina çek û sîlehan bo Îsraîlê di êrişa ser Xezeyê de bûye aliyek rasterast a şer û pevçûnan.

Sergey Lavrov li civîna Konseya Ewlehiyê ya derbarê  Filistînê  Rejîma Siyonîst bi dewama êrişa eskerî û dorpêçkirina xelkê Xezeyê bi cezayên komî tawanbar kir.

Wî got: Hemasê çalakiyên xwe yên leşkerî  pir sînordar kiribû, lê Îsraîlê bi kiryarên xwe ev kom tehrîk kir û derfet ji bo cezakirina komî û destdirêjiya li dijî filistîniyan bikar anî. Nûnerê Çînê li  NY jî got: Divê Îsraîl dest ji  komkujiya  xelkê Xezeyê berde û tekez kir: Em êrişên ser  çalakvanên mirovî  jibo alîkariya bo Xezeyê şermezar dikin û daxwaza lêkolînê li ser vê mijarê dikin.

Başa dön tuşu