NûçeRojhilatanavinSûriye

Lavrov: Amerîkayê li bara Sûriyê sozên xwe neanîne

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li hevpeyvîna telefonî bi wezîrê derve yê Amerîkayê John Kerry re diyar kir ku Amerîkayê soza xwe li bara cudakirina muxalifên nerm ji terorîstan ên li Sûriyê, bi cî neaniye.

Ajansa nûçeyan a IRNA`yê ragihand ku Lavrov li vê hevpeyvînê ku duh cih hat bi Kerry re rewşa herî dawî li Sûriyê bi taybet ya Helebê hilkoland û jêre got: “Şertê herî girîng ew e ku muxalifên nerm bilez û bi temamî ji milîtanên DAIŞ, El Nusra (bi navê wê yê nû Fetih El Şam) û rêxistinên weke van bên cudakirin.

Lavrov li vê hevpeyvîna xwe bi Kerry re rexne li Amerîkayê girt ji ber ku rêkevtina 9 xalî ya wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê li meha Îlonê  li Cenevê decih neaniye û xwest ku ji bo çêtirbûna rewşê li Sûriyê û pêşveçûna baştir ya şerê li dij terorîzmê ev rêkevtinama cih were.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayêherwiha got ku grûpên terorîstî û yên hevpeymanê Amerîka û Tirkiyê li dema agirbesa li Helebê bi caran ji devera rojhilata vî bajarî deverên din ên Helebê bombebaran kirine û gulle reşandin û guh nedane ser agirbesê.

Amerîkayê salekê berî niha soza dabû ku grûp û komên muxalif ên nerm ji terorîstên wekî DAIŞ û El Nusra yên li Sûriyê cuda bike û li meha Îlonê li Cenevê jî wezîrê derve yê Amerîkayê bi fermî soz da ku vî karî bi hetim bike kiribû, lê ti yek ji van sozên xwe bi cî neaniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu