Lavrov: Divê Rojhilatê Firatê radestî hikûmeta Sûriyê were kirin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku divê Rojhilatê Firatê radestî hikûmeta Sûriyê were kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferansa salane ya rojnamevaniyê de li ser plana herêma ewle ku Serokê Amerîkayê Donald Trump anî rojevê û Tirkiyê jî razîbûna xwe nîşan daye axivî.
Sergey Lavrov derbarê biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên Sûriyê got, ku Amerîka gelek caran dibêje, ew dê vekişin û di encamê de ew venakişe û dimîne û got, divê aliyên Sûrî bê destêwerdana derve, pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Sergey Lavrov tekez kir ku divê Rojhilatê Firatê radestî hikûmeta Sûriyê were kirin û derbarê “herêma ewle” de got: “Tirkiye tevde em dê ewlehî û berjewendiyên ciranên Sûriyê û yên hemû aliyan li ber çavan bigirin.”
Lavrov got ku divê mirov ji çarçoveya yekparetiya xaka Sûriyê ve li plana navborî binêre û wiha pê de çû: “Divê mirov ji wê çarçoveyê li van yekan hemûyan binêrê ku li Sûriyê hikûmet dê di kurtedemekê de yekparetiya xakê bixe destê xwe. Helbet ev mijar gava Serokomar Recep Tayyip Erdogan seba muzakereyên careke din hat Rûsyayê, dê ligel Serok Vladîmîr Putîn bê gotûbêjkirin.”
Lavrov bal kişand ser parastina yekparetiya xaka Sûriyeyê û got: “Lêbelê ez dixwazim dubare bikim ku li vê derê armanc ew e ku yekparetiya xaka Sûriyeyê ku ji aliyê hemû endamên Neteweyên Yekgirtî ve hatiye îmzekirin, were cih. Di vê navberê de helbet Tirkiye tevda emê ewlehî û berjewendiyên ciranên Sûriyê û yên hemû aliyan li ber çavan bigirin.”