NûçeCîhanEwropa

Lavrov: Em dê anegorî bernameya aştiyê ya Zêlênskiyê bi ti aliyekî re gotûbêjê nekin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê amajeyî amadenebûna Kiyêvê ji bo muzakireyan kir û got ku Mosko bi ti aliyekî ra anegorî bernameya aştiyê ku serokomarê Ûkraynê pêşniyar kiriye, gotûbêj neke.

Sêrgêy Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê di hevpeyvînekê da got: Diyar e ku Kiyêv ji bo muzakireyan ne amade ye. Dema em hemî fikir û bernameya aştiya Vilodimîr Zêlênskî, serokomarê Ûkraynê didin ber hev, em têdigihîjin ku Zêlênskî xeyala serketina Ûkraynê bi alîkariya welatên rojavayî, derketina hêzên ûris ji erdên Rûsiyê, dayîna xeramê ji aliyê Moskowayê va, sûçkarzanîna Rûsiyê li dadgehên navneteweyî û hwd di serê xwe da digerîne lê bê guman em dê bi ti aliyekî re anegorî van xalan muzakireyê nekin.

Lavrov di dewamê de pêgîrî kir: Eger Rûsiye bixweze vegere hevkariya hevpar a bi welatên rojavayî re, bi hetm ev vegera wê anegorî xalên nû be ji ber ku nihêrîn û karên berê êdî kêrhatî nînin.

Başa dön tuşu