ÎranNûçeRojhilatanavin

Li stratijiya Komara Îslamî ya Îranê tu pêwîstiyeke berevaniyê nikare bikaranîna hin çekan pîne bike

Cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê, Ebas Iraqçî roja sêşemiyê li civîna roja cehanî ya agahdariya ji mayîn û alîkariya ji bo têkoşîna dijî wê li Têhranê, her wiha got: Paqijkirina madeyên mayî ji şêrr bi taybet mayîn û muhîmatên xûşeyî ji dijwartirîn karan li cehanê ye; Ji ber ku mayîn heta piştî bidawîhatina şêrr tên teqandin û her roj merivan dikin gorî.

Iraqçî got: Komara Îslamî ya Îranê li gorî hîndekariyên îslamî û îranî bibandortirîn şêwaza sekinîna dijî çekan, hilêxistina kokên siyasî, civakî û çandî di navbera welatan dizane.

Cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê bi bîr xist: Îranê hertim li ser qedexetiya berhemanîn, veguhestin û bikaranîna çekên komkujiyê li civîn û civatên navneteweyî pêgirî kiriye û ji welatên pêşeng li sekinîn ali hemberî van çekan e.

Iraqçî her wiha amaje bi bikaranîna bombeyên xûşeyî kir û destnîşan kir: Bikaranîna van cûre çekan bi tu pêwîstiyeke berevaniyê nayê pînekirin û mixabin rêjîma siûdî li Yemenê bi awayekî berfire van bombeyan bi kar tîne û welatên rojavayî li hemberî van cinayetabn bêdeng mane.

Civîna roja cehanî ya agahdariya ji mayîn û alîkariya bo têkoşîna dijî wê roja sêşemiyê bi amadebûna hin rayedarên îranî û balyoz û rayedarên leşkerî yên welatên cûrbicûr li Têhranê hat lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu